14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Encumena Niştîmani ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Îbrahîm Biro anî ziman ku ewê beşdarî civîna li Moskovaya paytextê Rûsyayê nebin, di dawiya mehê de ewê herin Amerîkayê.
Komên kurd ên ku di nav de PYDya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê PKKê jî heye wê sibê li Moskovayê civînekê bikin. Biro der barê civînê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Biro got ku der barê civînê de agahî nehatiye dayîn û wiha dewam kir: "Heta niha ne ji Wezareta Karên Derva yê Rûsyayê, ne ji baregeha Himeymîmê ya Rûsyayê ya ku li Lazqiyeyê ye, ne jî konsolxaneya Rûsyayê ya li Hewlêrê tu vexwendname ji me re nehat."
Biro bal kişande pirsgirêka di navbera ENKS û PYD/PKKê û wiha axivî: "Heta ku bi PYDê re pirsgirêkên me yên leşkerî, siyasî û yên din neyên çareserkirin ne mumkin e ku em bi PYDê re bên bal hev."
Biro di mijara pêşmergeyên girêdayî ENKSyê yên ku bikevin Sûriyeyê de wiha got: "Di vê mijarê de hewldanên hêzên navneteweyî yên ku hêza wan xurt e hene. Lê heta niha tu îşaretek a der barê ketina Sûriyeyê ya pêşmergeyên me tune. Heke pêşmerge bikeve Sûriyeyê evê bi kordînasyon û îtifaqeke ku navneteweyî wê çêbibe. Wisa nebe wê pevçûnê çêbibe."
Biro got ku ewê di dawiya mehê de herin Amerîkayê û wiha axivî: "Li wir ENKS wê bi rayedarên Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê re û hin navendên lêkolînê re hevdîtînê bike. Em texmîn dikin ku wê rojekê dewam bike. Beriya vê me daxwaz kiribû ku em bi rêvebiriya nû ya DYAyê re hevdîtinê bikin. Li ser vê daxwazê Wezareta Karên Derva yê DYAyê em vexwendin."