14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku endamên Ewropayî yên îttifaqê û Kanadayê xerciyên berevaniyê ji sedî 3,8 zêde kirin û ev jî bi qasî 10 milyar dolarî ye.
Stoltenberg di civîna çapemeniyê ya lidarxist da got ku NATO li ser pêwendiya Amerîkaya Bakûr û Ewropayê hatiye damezirandin, ev pêwendî tu carî nayê qutkirin û wiha dewam kir: "Divê em li bal hev du bin. Em berevaniya hev du dikin. Ev him ji bo Amerîkaya Bakûrê him jî ji bo Ewropayê baştir e."
- Xerciyên berevaniyê
Stoltenberg bal kişand ser xerciyên berevaniyê û wiha dewam kir:
"Em ê di civînê da balê bikşînin ser pereyê ji bo berevaniyê tên xerckirin. Em piştî merhaleya ku ji bo sinayiya berevaniyê pere zehf kêm dihat xerckirin gihîştin merhaleyeke nû. Îro, ez karim reqemên nû yên sala 2016an bidime we. Mesrefa ku dewletên Ewropayî yên îttifaqê û Kanadayê ji sedî 3,8an zêde bû. Ev reqem li ser texmînên me ye û dike qasî 10 milyar dolarî."