Bahtiyar Abdülkerimov
21 Tebax 2022•Rojanekirin: 22 Tebax 2022
Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev ji bo kesên di qezayên trafîqê yên li Entab û Mêrdînê da jiyana xwe ji dest dan peyama serxweşiyê ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan şand.
Mîrziyoyev di peyama xwe ya serxweşiyê da diyar kir ku ew ji ber qezayên li Mêrdîn û Entabê zehf xemgîn e ku bûn sedema mirin û birîndarbûna gelek kesî.
Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev ji bo kesên di qezayên trafîqê yên li Entab û Mêrdînê da jiyana xwe ji dest dan ji Xwedê rehmet, ji bo malbatên wan serxweşî û her wisa ji bo birîndaran jî şifa xwest.