Meiramgul Kussainova
22 Tebax 2022•Rojanekirin: 22 Tebax 2022
Serokomarê Qazaxistanê Comert Tokayev ji bo kesên di qezayên trafîqê yên li Entab û Dêrika Mêrdînê da jiyana xwe ji dest dan peyama serxweşiyê ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan şand.
Tokayev di peyama xwe da wiha got, "Di van rojên dijwar da em êşa we parve dikin û her wiha ez li ser navê hemû gelê Qazaxistanê û li ser navê xwe serxweşiya herî ji dil didim we, malbatên ku hezkiriyên xwe ji dest dan û gelê Tirk ê bira. Ji bo yên jiyana xwe ji dest dan ji Xwedê rehmet, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim."