İbrahim Atmaca
30 Îlon 2020•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2020
Li Kuweytê Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sabah weke mîrê nû yê welêt sond xwar û dest bi wezîfeya xwe kir.
Li gor têlevîzyona fermî ya Kuweytê, Şêx Newaf li ber Meclisa Neteweyî di hizûra serok û endamên qanûndanîn û rêvebiriyê û pêşengên welêt weke mîrê nû yê Kuweytê sond xwar.
Newaf bi merasimê ra weke mîrê nû yê welêt bi awayê fermî dest bi wezîfeya xwe kir.
Piştî ku Mîrê Kuweytê Sabah el-Ehmed el-Cabîr es-Sabah di 91 saliya xwe da mir, Lijneya Wezîran duh daxuyandibû ku Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sabahê ku 14 sal e Mîrzayê Welîehd e, Mîrê Kuweytê ye.