03 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
VAN
Li Wanê mela Muhammed Sizcan ê ku da ser şopa bavê xwe û di 5 saliya xwe da dest bi xwendina Qur'ana Kerîm kir û xwe timî pêşda xist û bû hafiz, ji ber serkeftinên xwe yên di pêşbirkên neteweyî û navneteweyî da tê tebrîkkirin.
Sizcanê li navçeya Edremîdê melayê Mizgefta Mezin e û wekî "Evîndarê Qur'anê" tê naskirin, piştî yekemîniya xwe ya Tirkiyeyê ya di "Pêşbirka Tîlaweta Qur'ana Kerîm" da di pêşbirkên navneteweyî da jî navê da bihîstin.
Sizcan di pêşbirka ku demek berê li Kuweytê hat lidarxistin da di nava beşdarvanên 65 welatan da bû 5emîn û herwisa bû rûmeta Wanê jî.
"Serkeftina min bira ji ciwanan ra bibe nimûne"
Sizcan ji peyamnerê AAyê ra qala hezkirina xwe ya xwendina Qur'anê kir û diyar kir ku ji zarokatiyê vîrda Qur'ana Kerîm bala wî dikişîne û dema ku dest bi dibistana seretayî kir, wî dest bi xwendina Qur'anê kir.
Sizcan wiha axivî:
"Bi kerem, lutf û îhsana Cenabê Heq va me li Kuweytê serkeftineke baş bi dest xist. Dema ku vegeriyam welatê xwe min gelekî tebrîkên erênî û xweşik wergirtin. Camîeya diyanetê û mirovên derdora min bi kulîlkan pêşewaziya min kirin. Serbilindiyeke mezin e ku di emrê xwe yê ciwan da bi serkeftineke wiha va vegeriyam welatê xwe. Ez hêvîdar im ku ev serkeftina min di xeleka teng da ji ciwanên Wanê ra, di xeleka fireh da jî ji ciwanên hemû welat ra bibe nimûne. Hesteke pir xweş û cuda ye ku mirov bi pileyeke vî rengî ji pêşbirkê vegere."