04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
MÛSIL
Li ser barana guj pevçûn sekinîn û mûsiliyan cinazeyê 60 kesên ku di nav wan da 3 zarokên ku ji birçîna miribûn jî hene, defin kir.
Ammar Huseyn Neccarê çalakvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Li ser barana guj û bagerê li rojavayê Mûsilê pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û DEAŞa rêxistina terorê da ji bo demekê sekinîn. Sivîlan jî cinazeyê 60 kesên ku di nav 2 rojên dawîn da mirin binax kirin."
Neccar diyar kir ku di nav cinazeyên ku hatin definkirin da 3 zarokên ku ji ber birçîna miribûn jî hebû, sedema mirina piraniya kesan jî "êrîşên ji hewayê, teqemeniyên ku di erdê da hatine bicîkirin û topên hewanê yên ku herdu alî diavêjin hevdu" ne.
Neccar got kesên ku di dema operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da mirin û ji ber pirsgirêkên ewlehiyê cinazeyên wan li hewşên mal, xwendingeh, mizgeft û dêran hatin binaxkirin ew ê piştî sekinandina pevçûnan neqlî goristanê bikin.