ERBÎL
Hat diyarkirin ku dibe ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan ku dê di 24-26ê tebaxê de li Erbîlê were lidarxistin bê paşxistin.
Komîteya Amedekariya Konferansa Neteweyî, li ser daxwaza du partiyên muxalefetê civiya da ku konferans were paşxistin. Civîna komîteyê ji çapemeniyê re ne vekirî bû lê li gorî agahiyan Komîteya Amadekariyê bi çavekî erênî li vê pêşniyazê dinêre. Lewra di warê teknîkî de hin kêmasî hene.
Endamê Komîteya Amedekariyê Gafur Maxmurî, ji AAyê re daxuyand ku du partiyan xwestiye ku konferans du hefteyan were paşxistin û heke ev pêşniyaz qebûl bibe dê bêhtir bikaribin amadekariyan bikin.
Maxmurî, navê partiyan neda lê tê îdîakirin ku ev her du partî Goran û Yekgirto ne.
Maxmurî, diyar kir ku komîte bi 8 komîsyonan dixebite û raporên mijarên sîyaset, aborî, çand, civak, ewlehî û ekolojiyê dê heta 15ê tebaxê teslîm bikin. Maxmurî, diyar kir ku gelekî li ser Sûriyê dixebitin û rewş û rûdanên li Tirkiyeyê jî baş dişopînin.
Gafur Maxmurî, ji bo Îranê got: "Em hêj li destpêkê ne. Em dixwazin li vir deriyekî vekin. Em dixwazin bi awayekî aştiyane pirsgirêka kurdan çareser bikin."
Maxmurî, da zanîn ku ji Welatên Ewropa, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ereban, Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê nûnerên hikûmetan, nivîskarên ku ji kurdan hez dikin, şexsiyetên kurdan ên navdar ji bo konferansê hatine vexwendin.
Maxmurî, daxuyand ku li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Federal a Iraqê Mesûd Barzanî Komîteya Amadekariyê, ji bo îdiayên li ser kurdên Sûriyê komîsyonek ava kiriye û ev komîsyon dê di nav çend rojan de here li Sûriyê dest bi xebatan bike.