PARÎS
Li gorî agahiyên Navenda Îstixbarata Hundir a girêdayî Wezareta Karên Hundir DCRI, hat qeydkirin ku eskerê 23 salî ku nasnameya wî nehat eşkerekirin, rastgirekî radîkal e.
Li gorî agahiya DCRIyê bersûc di hêzên hewayê de çawîş e û li tesîsa Lyon Mont Verdun a ku lê wezîfe dikir bi çek û teqemeniyê hat girtin.
Hat diyarkirin ku bersûcê 23 salî plan dikir ku roja cejna Remezanê ya ewil, êrîşî Mizgefta Minguettesê bike. Her wiha hat diyarkirin ku psîkolojiya bersûc xirab e û tê lêkolînkirin ku kesên ku aliya wî kirine hene an na.