İbrahim Atmaca
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
DAKAR
Nûçeya ku Samuel Eto'oyê fitbolîstê Kamerûnî ku di Atîker Konyasporê da dileyîze, li welatê xwe di hilbijhartina serokamariyê ya 2018an da dixwaze bibe namzed, heneka 1ê nîsanê bûye.
Eto'o li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û diyar kir, nûçeya ku di kovara "Jeune Afrique"yê ya Fransî da derket, rast nîne.
Fitbolîstê Kamerûnî wiha bertek nîşan da, "Li gor min ev gotinên ku bi behaneya henekê va li ser navê min gotine, teqez bê edebî ye. Wek kesekî Kamerûnî rêza min ji sazî û rayedarên wan saziyên welatê min ra heye. Li gor min hilbijartina serokomariyê ya 2018an û rayeyên vî miqamî pir girîng e ku nabe amûrê henekekê."
Di hevpeyvîna xeyalî ya ku di kovarê da hat weşandin da dihat îdiakirin ku Eto'o dixwaze di hilbijhartina serokamariyê ya 2018an a li welatê xwe da bibe namzed.