Abdullah Tel
06 Mijdar 2020•Rojanekirin: 06 Mijdar 2020
Di pêşbaziya serokatiyê ya Amerîkayê da namzedê Demokrat Joe Bîden got ku di hilbijartinê da bêguman ew ê bi ser keve û ji alîgirên xwe jî xwest ku bila aram bin.
Li Amerîkayê encamên hilbijartina serokatiyê ya teqez hê diyar nîne lê Bîden û namzeda alîkariya serok Kamala Harrîs li Delawareya eyaleta Amerîkayê cara duyemîn daxuyanî dan.
Bîden destnîşan kir ku li Amerîkayê her ray pîroz e û divê her ray teqez bê jimartin û wiha pê da çû: "Ez ji rewşê hêvîdar im dema jimartin qediya bêguman bi Senator Harrîsê ra em ê qezenc bikin. Ji ber vê jî ez ji herkesî dixwazm ku bila aram bin. Pêvajo dewam dike, jimartin wê biqede û di demeke pir nêz da em ê encamê hîn bibin."