26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ANKARA
PKK/PYD-YPGya rêxistina terorê ya di çarçoveya peymana bi Amerîkayê ra da divê heta dawiya 2018an ji Minbic û rojavayê Feratê vekişe niha çekên di destê xwe da li bazara reş difiroşe û bi dahata wan ji rêxistinê ra pere temîn dike.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê li Sûriyeyê ji çavkaniyên biewle hilda Amerîkaya ku soz dabû wê PKK/PYD-YPGya rêxistina terorê ji Minbic û rojavayê Feratê vekişe û ewê jî çekên ji wan ra şandibûn paşve hildin lê niha berevajiyê wan sozan ji terorîstan ra çekên nû tên şandin.
Konvoya ji 200 TIRî pêk dihat û tê da wesayîtên bizirx, cebilxane û çekên giran barkirî ji Deriyê Sînor ê Semelkayê ya di bin kontrola Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da ye derbasî aliyê Sûriyeyê bû.
Ji hêla din va ew çekên ku PKK/PYD-YPGya rêxistina terorê ya li bakurê Sûriyeyê ji Amerîkayê hildabûn jî li bazara reş tên firotin. Rêxistin bi vê rêbazê him ji hêla darayiyê va xwe xurt dike û him jî wan çekên ku Amerîkayê dabû û gotibû wê paşve hilde li herêmê dihêle.
Li gor peymana di navbera Tirkiye û Amerîkayê da hêzên YPGyê heta dawiya sala 2018an divê ji Minbic û rojavayê Feratê vekişin û çekên xwe jî teslîmî Amerîkayê bikin.
Rêxistinê çekên ji Amerîkayê hildane îade nekir, cihê wan diguherîne û dixwaze li hemberî îhtimala opersyoneke Tirkiyeyê bi kar bîne.
Amerîka hê jî li Sûriyeyê di bin navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da alîkariya çekan dida hêzên rêxistina terorê.