HEWLÊR
Hat ragihandin ku nasnameya 2 kesên ku li Ankawaya semta Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê li nêzî avahiya Serkonsolosxaneya DYAyê di êrîşa bombeyî mirin, hat tesbitkirin.
Li gor agahiyên rayedarên Nexweşxaneya Rizgariyê û xizmên kesên mirî, ji ber ku cinaze şewitî ne di tesbitkirina nasnameyan da zehmetî derket û hat destnîşankirin ku cinaze yên welatiyên Tirkiyeyê ne. Hat gotin ku di êrîşê da Sadettîn Şan (29) û Bilind Onen (34) mirin.
Li gor agahiyên xizmên wan Sadettîn Şan li Hewlêrê di fîrmayeke tûrîzmê da ku bilêtên balafirê difiroşe, dixebitî, Bilind Onen jî wek berpirsiyarê fîrmayeke înşeatê ku melzeme difiroşe, li Hewlêrê dixebitî. Hat destnîşankirin ku her du kes jî li sernifûsa Dêrika navçeya Mêrdînê ne, lê malbatên wan li Diyarbekirê dijîn.
Piştî tesbitkirina nasnameyan rayedarên nexweşxaneyê cinaze dan malbatên Şan û Onen.
Ramazan Onenê bavê Bilind Onen destnîşan kir ku demeke dirêj e kurê wî Hewlêrê dixebitî û wiha got: "Kurê min şehîd e. Li vir gelek kes ji ber terorê mirin. Di mehên pêş da kurê fermandarê pêşmergeyan Hemê Hecî Mehmûd jî şehîd ket. Ez ji bo wî jî giriyam. Lê ez naxwazim ji bo kurê xwe yê ku şehîd ketiye bigirîm."
Omer Şanê bavê Sadettîn Şan jî nelet li terorê anî û wiha got: "Neleta Xwedê li ser kesên ku alîkariya DAEŞê dikin be."
- Ambulans derketin rê
Piştî ku cinaze ji Nexweşxaneyê hildan bi du ambulansan ber bi Tirkiyeyê va derketin rê. Wê piştî ku derbasî Tirkiyeyê bûn, ji bo otopsiyê bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Piştî kar û barên li vir wê cinazeyan li Diyarbekirê veşêrin.