Faruk Hanedar
26 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dubare kir ku dagirkeriya Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê wê mayînde be.
Komîteya Çalakiyê ya Siyasî ya Amerîkan-Îsraîlê (AIPAC) li Washingtonê bername li dar xist û Netanyahu bi vîdeo konferansê beşdarî bernameyê bû û wiha got, "Artêşa Îsraîlê wê li Sûriyeyê ser tepa Çiyayê Hermonê (Cebel Eş-Şêx) bimîne."
Netanyahu diyar kir, ew ê li "herêma tampon" a li rexê herêmê bimînin û îdia kir ku wê li başûrê Şamê destûrê nedin hebûna artêşa Sûriyeyê.
Netanyahu îdia kir ku herêm wê ji eskeran were safîkirin.
Netanyahu hevdîtina xwe û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi bîr xist û diyar kir, hevdîtina ku wî kir, hevdîtina herî girîng ku bi Serokekî Amerîkayê ra kiriye û wiha dewam kir, "Tifaqa Amerîka û Îsraîlê heta niha ev qas xurt nebûbû."
Netanyahu spasiya Serokê Amerîkayê Trump kir ku çekên nû firotin Îsraîlê.