29 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
WASHINGTON (AA) - Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Barack Obama di Zîrveya Ewlekariya Nukleerê ya ku dê vê heftê li paytext Washingtonê bête lidarxistin da plan dike ku bi lîderên dinyayê ra li ser mijara têkoşîna dijî DAEŞê civînekê li dar bixe.
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane da bersiv da pirsekê û destnîşan kir ku Obama di Zîrveya Ewlekariya Nukleerê ya ku dê di navbera 31ê adarê-1ê nîsanê da bête lidarxistin da plan dike ku bi lîderên dinyayê ra li ser mijara têkoşîna dijî DAEŞê civînekê li dar bixe.
Earnest wiha got, "Gelek lîderên dinyayê dê seba Zîrveya Ewlekariya Nukleerê li Washingtonê bin û ji ber vê jî Obama plan dike ku li ser hewlên koalîsyona me ya qelskirina rêxistina terorê DAEŞê û dû ra jî têkbirina wê civînekê li dar bixe" û bal kişand ku hevdîtin, ji kapasîteya rêxistinê ya nukleerê bêtir dê li ser tehdîda wê ya berfireh hûr bibe.
- Obamayê di zîrveyê da bi Abe û Park ra were bal hev
Ji hêla din, di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat nivîsarê ku Obamayê di çarçoveya Zîrveya Ewlekariya Nukleerê da bi Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe û Serokomarê Koreya Başûr Park Geun-hye ra hevdîtineke sêalî pêk bîne.