ŞANLIURFA
Berpirsiyara Karên Derve ya Tirkiyeyê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Selîn Unalê destnîşan kir ku wê di demeke kurt de amûrên alîkariyê yên di depoyan de bigihînin penaberên kurd ên ji Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê.
Ji ber ku li Tel Ebyada Reqayê û li Kobanêya Helebê di nabeyna DÎŞI û hin hêzên kurdan de pevçûn diqewimin, kurdên Suriyeyê xwe dispêrin Tirkiyeyê.
Unalê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ev 3 sal e didome û got ku ji roja ewil de bi awayekî kordîne bi Tirkiyeyê re dixebitin.