AYN EL ARAP
Derdora Kobanêya ku bi hezaran kurdên sûriyeyî ji ber êrîşên DÎŞIyê terk kir, şer dewam dike.
Tîma AAyê li nêzî gundê Bejanê ya nêzî Kobanê şerê DÎŞIyê dişopîne. Komên çekdar ên kurd, li dijî DÎŞIyê ji bo parastina herêmê têdikoşin.
Komên çekdar ên kurd diyar kir ku endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê jî piştgiriyê didin wan û ew li dijî DÎŞIyê têdikoşin. Komê diyar kir ku DYA ji hewayê ve midaxeleyê şerê Kobanê nake, her wiha di destê milîtanên DÎŞIyê de jî çekên giran hene û bi hêz êrîşî Kobanê dike.
Li herêmê kal û zarokan jî çek hildane û li eniyê têdikoşin. Li herêma şer hat dîtin ku kesekî di şer de milê wî jêbûye hewl dide ku alîkariyê bide hevalê xwe.
Topa hawanê li nêzî tîma AAyê ket
Hêzên PYDyê diyar kirin ku dema hevalên wan ku birîndar dibin wan ji bo dermankirinê dişînin Tirkiyeyê û milîtanên DÎŞIyê yên tên kuştin jî binax dikin. Komên çekdar bangî kesên ku ji Kobanê derbasî Tirkiyeyê bûn kirin û gotin nerevin û vegerin ji bo parastina welatê xwe têbikoşin. Di vê navberê de topeke hawanê ya ku DÎŞiyê avêt, li nêzî tîma AAyê ket.
Qîza min ji bo Kobaniyê canê xwe da
Li Navenda Piştevaniyê ya Malbatên Şehidan ji bo kurdên ku dimrin merasima cinaze tê kirin. Bavê qîza ku di şerê li dijî DÎŞIyê de mir tevlî merasima cinaze bû û li wir axivî. Bavê ku di dest de çeka qîza xwe girtibû got: "Qîza min ji bo Kobanê, ji bo welatê kurdan canê xwe da. Divê em jî li dijî wan çeteyên dagirker têbikoşin."