Muhammed Emin Canik
19 Îlon 2024•Rojanekirin: 19 Îlon 2024
Ajansa Alîkarî û Xebatê ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir, li Xeta Xezeyê ya zêdeyî 11 mehan e di ber êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, gel bi nîvendî di du rojan da bi tenê carekê xwarinê dixwe.
UNRWAyê der barê pêdiviya xidayê ya Filistîniyên li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê derbeder bûne û hejmara wan gihîştiye 2 milyonî, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li gorî daneyên Konseya Penaberan a Norwecê ya rêxistina mafên mirovan (NRC) û saziyên din, ji sedî 83yê alîkariya xidayê ya pêwîst nagihêje Xeta Xezeyê û wiha hat gotin, "(Li Xezeyê) însan bi nîvendî di du rojan da bi tenê carekê xwarinê dixwin."
Hat destnîşankirin, di aktîvîteyên UNRWA û hevkarên wê li dar dixin da ji bo kêmkirina tesîra bêxidamayînê, bîskuviyên enerjiya zêde dide, hatin belavkirin.