Elif Orhan
09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Pisporên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku şert û mercên girtîgeha li Misrê dibe ku rasterast bibe sedema mriina Mihemed Mursiyê Serokomarê ewil ê hilbijartî û got ku "Piştî ku rastî van şertên dijwar hat mirina Mursî dibe ku cinayeteke keyfî be ku dewltê piştgirî dayê."
Çend meh piştî ku Mursî di 17ê hezîranê da li hêwana mehkemyê çû ber rehma Xwedê NYyê bertekeke tund nîşanî birêvebiriya Misrê da.
Di daxuyaniya nivîskî ya hepar a Agnes Callamardê Raportorê Taybet ê NYyê û Komxebata Li Ser Binçavkirina Keyfî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat gotin ku "Dr. Mursî bi taybetî dema ku 5 salan li Girtîgeha Torayê hat girtin di şertên ku wekî mirov dikare tenê wekî bêrehm bi nav bike da hat girtin."
Pisporên mafên mirovan destnîşan kir dibe ku mirina Mursî kuştineke keyfî be ku bi piştgiriya dewletê hatiye kirin û hişyarî da ku şert û mecên girtîgeha li welêt ji bo tenduristî û jiyana hezaran mehkûmî xetere ye.
Pisporan di raporê da got ku "Piştî ku rastî van şertên dijwar hat mirina Mursî dibe ku cinayeteke keyfî be ku dewltê piştgirî dayê."
- Berteka ji bo hikûmeta Serokomar Es-Sîsî
Pisporan da zanîn ku Mursî rojê 23 saet di hepsa hucreyê da dihat girtin, destûr nedane ku egzersîzê bike, di wê saeta ku destûr didanê da jî nehiştin ku mehkûmên din bibîne, zor danê ku li ser erda beton tenê li ser du betaniyan razê, nehiştine ku pirtûk, kovar, materyalên nivîskî û radyo li balê hebin û ev nirxandin kirin:
"Me ji çavkaniyên cuda delîlên wekî ku li tevahiya Misrê bi hezaran girtî dibe ku rastî îxlalên mafên mirovan ên giran hatibin bi dest xistin. Dibe ku piraniya wan di bin xetereya mirinê da bin. Ev wisa dixuyê ku ji hêla hikûmeta Ebdulfetah Es-Sîsîyê Serokomar ji bo ku mixalifan bêdeng bikin sepaneke hevgirtî û qesdî ye."
Raportorê Taybet Callamard û pisporan destnîşan kir ku Mursî hema bêje hiştine hêviya mirinê û bal kişandin ku ji dermankirina nexweşiya şekirê û tansiyona bilind hatiye mehrûmkirin.
Pisporan bi bîr xistin ku çavê çepê yê Mursî hêdî hêdî nebîna bûye, komayên diyabetîk ên ku dubare dikirin derbas kiriye û çendî cara ji xwe va çûye û destnîşan kirin ku ji ber vê diranên wî xira bûne û pê ra enfeksiyana goştê diranan çêbûye.
Pisporan qal kir çendî caran hişyarî dan meqamên rayedar ên Misrî ku şert û mercên girtîgehê dê Mursî bînin ber mirinê û ev gotin: "Herçiqas encam dihat texmînkirin jî ji bo ku van fikaran ji holê rake tu delîl tune ku rayedaran tu xebat kirine."