Ferizat Kaya
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
CENEVRE
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbuyî (NY) Staffan de Mistura, ragihand ku li Cenevreyê di hevdîtinên Suriyeyê de li benda geşedanên marjînal in. Peymana agirbestê ya li başûrê rojhilata Sûriyeyê, di qada bidestxistina çarêseriya qeyrana li welêt de "xwediyê şansekî mezin e".
Mistura li ofîsa Cenevreyê yê NYyê, di roja ewil a tûra 7emîn a hevdîtinan de daxuyanî da çapemeniyê û got: "Peymana agirbestê ya li başûrê rojhilata Sûriyeyê, pir baş û berfireh tê sepandin. Di hemû peymanan da pêvajoya verastkirinê heye û em jî vê pêvajoyê bi baldarî dişopînin. Em bawer dikin ku peyman di qada bidestxistina çarêseriyê da xwediyê şansekî mezin e."
Mistura got: "Şerê kêm dibe tenê kêrî hevdîtinên Astana û Cenevreyê nayê, her wiha bi saya şerê kêm gelek kes di şerê giran de namrin."
Mistura der barê peymana agirbestê yê başûrê rojhilata Sûriyeyê de got: "Em peymana agirbestê ji bo pêşerojê wek gavake girîng dibînin"
Mistura li ser hevdîtinên Suriyeyê yê li Cenevreyê dest pê kir axivî û wiha got: "Em li Cenevreyê di hevdîtinên Sûriyeyê de hêvî nakin ku geşedanên girîng pêk bên, lê em li bendî hin geşedanên marjînal in."
Di roja ewil a tûra 7emîn a hevdîtinên Sûriyê de Mistura bi heyeta rêjimê ya bi serokatiya Beşar Ceferî û heyeta mixalefetê ya bi serokatiya Nasir Herîrî re yek bi yek hevdîtin kir. Tê plankirin ku hevdîtin 14 tirmehê roja înê bi dawî bibin.