İbrahim Atmaca
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tenê ji aliyê fîzîkî va tenduristiya mirovan xerab nake, ji aliyê derûniyê va jî tesîrê li ser merivan dike û bangî hikûmetan kir ku di têkoşîna şewbê da xizmetên tenduristiya aqil zêde û fînanse bikin.
Guterres di vîdeoyeke ku weşand da bal kişand, ji ber hin sedemên wek mirina eqrebayan, jidestçûna kar, ketina karantînayê, sînordarkirina jiyanê û endîşeya paşerojê dibe ku tenduristiya merivan a aqil xerab bibe.
Guterres got ku şewba Kovîd-19ê stresê zêde dike û tesîra wê herî zêde jî bi taybetî li ser xebatkarên tenduristiyê ku di sefa ewil da ne, li ser kal û pîr, nexweş, kesên ku li herêmên krîz û şer dijîn heye. Guterres destnîşan kir ku heke şewb têkeve binê kontrolê jî êş û jan, fikar û depresyona kesayet û civakan wê bidome.
- Divê xizmetê tenduristiya aqil werin zêdekirin
Guterres bangî hikûmetan kir ku "Di têkoşîna şewbê da xizmetên tenduristiya aqil zêde û fînanse bikin" û destnîşan kir ku divê ji bo xizmetên tenduristiya aqil zêdetir veberhênan werin kirin û tenduristiya aqil têkeve çarçoveya sîgorteya tenduristiyê ya gerdûnî.