Abdullah Tel
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres destnîşan kir ku heke Îsraîl dagirkeriya xwe biqedîne wê demê çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl-Filistinê da wê mimkun bibe.
Guterres ji bo foruma li NYê bi minasebeta salvegera 50emîn ya ji hêla Îsraîlê va dagirkirina axa Filistinê hat organîzekirin, peyam şand û pêşniyazên xwe yên çareseriyê yekoyek rêz kir.
Di peyama xwe da Guterres bi bîr xist ku Îsraîlê piştî şerê Ereb-Îsraîlê yê sala 1967an Şerîaya Rojava, Qudsa Rojhilat, Xeze û Golan dagirkir û ji ber vê jî bi sed hezaran filistînî û sûriyeyî ji cih û warê xwe bûn.
Sekreterê Giştî yê NYê Guterres destnîşan kir ku dagirkeriya Îsraîlê li ser şêniyên Filistînê tesîreke neyînî kir û nifşên nû yên ji Filistînê li kampên gelek qelebalix, di nav hêsîrî û feqîriyê da bê hay û hêvî mezin bûn.
Guterres di peyama xwe da ji herdu aliyan xwest ku bila mizakereyên xwe bidomînin û got ku dagirkeriya Îsraîlê ya ev 50 sal e didome bû sedema tundî û tolhildanê lê heke dawîlidagirkirinê bê wê demê çareserî jî mimkun e.