ANKARA
OSYMyê kesên pirsên Ezmûna Perwerdeya Bilind (YGS) parve kiribûn eşkere kir û der heqê wan de jî muemeleya qanûnî da destpêkirin.
OSYMyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku xwediyê weşanxaneyekê pirsên matematîkê yên YGSya 2015an bi destnivîsa xwe li ser medya civakî parve kir. Der heqê wî kesî û yên ku wek wî tevgeriyan de ji ber ku qedexeya parvekirina pirsan binpê kirin, muemeleyên qanûnî dan destpêkir.
Kesekî jî diyar kiribû ku bi têlefonê ketiye YGSê û wêneya hemû pirsan kişandiye. Li ser vê îdiayê jî OSYMyê daxuyanî da û destnîşan kir ku nasnameya wî kesî jî hat tesbîtkirin. Wî kesî bi devê xwe îtiraf kir ku tiştekî wisa tuneye û henek kiriye.