Türkan Tosun
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan bangî rêvebiriya Hindistanê kir û got: "Ez careke din ji bo diyalogê bangî we dikim. Divê aqlê selîm bê tevgerîn. Divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin."
Xan di bernameya banga gel da axivî û got jetên Pakistanê biserkeftî 6 hedefên Hindistanê xistin.
- "Me di vê mijarê da hişyariya xwe kir"
Xan got wî ji Hindistanê ra pêşniyaz kiriye ku ew bi hev ra êrîşê lêkolîn bikin û wiha dewam kir: "Me xwest em hevkariyê bikin û em amade bûn. Lewra me di rabirdûyê da ji terorê gelekî kişand, lê em ji bertekên Hindistanê tirsiyan û me di vê mijarê da hişyariya xwe kir."
Xan anî ziman duh balafirên Hindistanê qada esmanî ya Pakistanê îxlal kirin û wiha dewam kir: "Heke beriya tespîta xisarê me bersiv bida ewê bûbûya xemsarî. Ji ber vê sedemê em bendê man. Armanca operasyona me ew bû ku em nîşan bidin heke hûn bên vir em jî dikarin heman tiştî li we bikin. Ji vir pê va divê em aqlê xwe bişûxulînin û bi aqil tevbigerin."
- "Ez careke din ji bo diyalogê bangî we dikim"
Xan bangî rêvebiriya Hindistanê û Serokwezîr Narendra Modî kir û wiha dewam kir: "Ya girîng ew e emê ji vir şûn da çi bikin. Bi aqlekî selîm tevgerîna rêvebiriya Hindistanê pir girîng e. Ez ji rêvebiriya Hindistanê dipirsim: Dema em çekên di destê we û yên di destê me da ne binêrin, em dikarin ji bin vî barî rabin? Rewş wiha dewam bike wê çi bibe? Ji wir şûn da êdî ne di destê min û Serokwezîr Modî da ye. Ez careke din ji bo diyalogê bangî we dikim. Divê aqlê selîm bê tevgerîn. Divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin."
- Rageşiya di navbera Pakistan û Hindistanê
Di navbera Pakistan û Hindistanê da du hefte berê rageşiyê dest pê kir. Li Keşmîra ku di bin kontrola Hindistanê da ye di 14ê sibatê da li dijî konvoya paramilîsan êrîşa bibombe hat kirin û di êrîşê da 44 esker mirin.
Rêvebiriya Delhiya Nû ji bo êrîşê Pakistan sûcdar kir. Pakistanê jî êrîş şermezar kir, lê sûcdarkirin red kir.
Hindistanê jî di 26ê sibatê da êrîşa esmanî bir ser kampa rêxistina Ceyşa Mihemedê ku li ser Xeta Kontrolê ya Keşmîrê dikeve aliyê Pakistanê.
Rageşiya navbera herdu welatan di 27ê sibatê da gele zêde bû. Pakistanê bi hinceta ku qada esmanî binpê kir, du balafirên şer ên Hindistanê xistin.
Her wiha 3 balafirên şer ên Pakistanê ketin sehaya hewayî ya Hindistanê û balafirên şer ên Hindistanê pêşî li wan girt.
Medyaya Hindistanê jî îdia kir ku Hindistanê balafireke şer a F-16ê ya Pakistanê xist.