ANKARA
Rêxistina bi navê "Hêzên Sûriyeyê yên Demokrat" (HSD) ku DYAyê ew li Sûriyeyê bi hêz kirine, li ser milîtan û rêvebirên PKKya rêxistina terorê hatiye avakirin. Hejmara şervanên ereb ên di nav HSDyê de di asta sembolîk de ye.
PYDya dûmahika PKKyê ya li Sûriyeyê, hin komên biçûk ên li Sûriyeyê ku alîkariya çek û lojîstîk dida wan di 12ê kewçêra 2015an de di bin navê HSDê de damezirand.
Ceyşûl Sûwwar, Bûrqan el-Ferat, El-Sanadîd, Tûgayên El Cezîrê û Konseya Eskerên Suryanî ku bi destê DYAyê hatin avakirin, ketin bin banê HSDê. Komên ku hejmara wan di ser sedî re ye wexta ku tevlî HSDê bûn, bal nekişandin.
Piraniya mensûbên HSDê milîtanên PKK/PYDê ne. Herwiha di rêveberiya HSDya tê îdiakirin rêxistineke nû ye de jî rêvebirên PYD/PKKyê serdest in.
DYA ji destpêka avakirina HSDê vir ve alîkariyê dide rêxistinê.
Rêveberiya DYAyê ji bo ku Tirkiye li hemberî wê bertek nîşan nede, dibêje ku ew alîkariya PY/PKKyê nake, alîkariyê dide HSDê.
Rêxistina ku dixwaze li bakurê Sûriyeyê bi dirêjahiya ser sînorê Tirkiyeyê kembera serweriyê pêk bîne, bi piştevaniya bê navber a DYAyê berê xwe da rojavayê çemê Feratê.
Rêxistinê piştî 27ê meha berfanbara 2015an dest bi derbasbûna devara di bin kontrola DEAŞê ya li rojavayê çemê Feratê kir.
Herçiqas car bi car dihat radigihandin ku komên weke Artêşa Şoreşê, Tugaya Şehîdên Idlîbê, Tugaya Eyn Calûr, 99emîn Tumena Peyade, Tugaya Hemze, Tugaya Qe'qa’e, 4553emîn Tugaya Hêzên Taybet, Tugaya Selçûqî, Alaya 102emîn, Ehrarên Şîmalê, Eşîretên Çolwara Helebê, Eniya Kurdî, Yekîneyên Parastina Şêx Meqsûdê, Yekîneyên jin yên Parastina Şêx Meqsûdê, beşdarî HSDê bûne. Lê belê ew hemû kom jî hejmara wan nedigîşt çend hezarekî li qadê tu bandoreke wan a ber biçav xuya nebû.
- Ji bo HSDê îdeolojiya Ocalan
Rojnameya Wahsington Posta ya DYAyê 7ê berfanbarê nûçeyek li Tel Ebyeda ku PYD/PKKê di bin navê HSDê dagir kiribû weşand û rûyê rasteqîne yê HSDê eşkere kir.
Di nûçeyê da hatibû destnîşankirin ku sêyeka HSDê ji çekdarên PYD/PKKê pêk tê û îdeolojiya serekê PKKê Abdullah Ocalan li ser wan tê sepandin.
Di nûçeyê de bal hat kişandin ku PKK di lîsteya terorê ya DYAyê de ye û wiha hat gotin: "Yên ku SDGyê perwerde dikin, dibêjin ku divê ew îdeolojiya Abdullah Ocalan hîn bibin û qebûl bikin."
- "Wezîrê Parastinê ya DYAyê îtiraf kiribû"
Ashton Carter par di meha nîsanê de pirsên Senator Lîndsey Graham bersivandibû.
Li ser pirsa Graham a "We qet PDY û YPGyê bihîstiye?" Carter gotibû "erê". Ji bo pirsa "Ev kî ne?" jî Carter gotibû "komên kurd in". Li ser pirsa "YPG şaxa PYDê ya çekdar e?" jî Carter gotibû "erê".
Rêvebiriya Barack Obama di têkoşîna dijî DEAŞê de PYD/PKKê wek mutefîqê herî girîng dibîne û wê wek mutefîqê "pêbawer û baş" bi nav dike. Lê heman piştgiriyê nade komên muxalif ên ku ne terorîst in.
Rêveberiya HSDê di destê PKKê da ye
Gelek rêveberin ereb ên HSDê ji ber ku di reveberiya HSDê da cî negirtin ji rêxistinê veqetiyan.
Ebdilkerîm Ubeydê ji rêveberên payebilind ên berê di 26ê îlonê da daxuyanî dabû AAyê û diyar kiribû ku PYD/PKK qilifê HSDê bi kar tîne û wiha gotin:
PKK di HSDê da desthilatdar e. Biryaran eva rêxistina dide. Gelek komên di HSDê da tenê binavkî tê da ne. PKK hem di HSDê da hem jî di PYDê da desthilatdar e. HSD ji bo PKKê bi tenê qilifek e ku pê hedefên xwe vedişêre û û li erdên ku dagir kiriye xwe meşrû nîşan dide... Bi eşkereyî gotin ku ew ê pêşiyê li bakurê welêt kontonan ava bikin û "Kurdistana Sûriyeyê" îlan bikin heke ku bi îstiqrar bimeşe jî paşê berî xwe bidin Tirkiyeyê û projeya "Kurdistana Mezin" têxin rewacê."
Ji aliyê din va PYD/PKK li Minbic û Kobanêyê nasnameyên ku mora xwe li ser xistiye belav dike. Li ser morê "Îdareya Demokratîk a Xweser", "Meclisa Îdareya Minbic û Dorberê Wê ya Sûriyeyê", Esayîşa Minbicê ya Hêzên Esayîşa Rojavayê" û "Kantona Kobanêyê" nivîsîne.
- Tirkiye plana "HSD"yê qebûl nake
Rêxistin vêga bi navê "HSD"yê va li bakurê Sûriyeyê Heseke, Kobanê û herwiha Efrîna li rojavayê Çemê Feratê kontrol dike.
Rêxistina terorê dixwaze Baba cîranê Minbicê jî werbigire, rojhilat û rojavayê Çemê Feratê ku kontrol dike, bigihîne hevdu.
Lêbelê Operasyona Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê digel Artêşa Sûriyeya Azad dimeşîne, ji rêxistinê ra dibe asteng ku bigihêje Babê.
Tirkiye bal dikişîne ku ewê îzin nede ku li ser sînorê wê "korîdoreke terorê" were avakirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya 4ê rêbendanê da wiha gotibû: "Li Sûriyeyê hewldaneke ku operasyona El Babê di demeke kurt da biqede, dest pê kir. Înşeallah wê di demeke nêz da temam bibe. Peyra di serî da Minbic em ê herêmên din ku rêxistinên terorê bi cî bûne paqij bikin."
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) li ser hesabê Twitterê îdiaya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ku dibêjin "Têkiliya me bi PKKyê ra tuneye" weşandibû û piştgirî dabû PYDyê.
Berdevk û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî îro bertek nîşanî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTOM) ya li ser hesabê Twitterê dabû û wiha gotibû: "Ev henekek e yan CENTOMê hişê xwe xwariye, gelo hûn difikirin ku kesek bi vê bawer be? DYA divê dev ji hewldana xwe ya meşrûkirina grûba terorîst berde."