04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
BRUKSEL
Parlementera Wanê ya HDPê Tugba Hezer Ozturka ku der heqê wê de biryara binçavkirinê heye li Brukselê bi piştgirên PKKya rêxistina terorê re beşdarî xwepêşandana rêxistina terorê ya dijî Tirkiyeyê bû.
Ozturk li Bruksela paytextê Belçîkayê beşdarî xwepêşandana ku piştgirên PKKê li ber Parlementoya Ewropayê kirin, bû. Di xwepêşandanê de Zubeyîr Aydar û Adem Uzunê ji serokên rêxistina terorê yên li Ewropayê jî cî girtin.
Hat ragihandin ku Ozturk ev demek e ku li Brukselê ye. Lêpirsîna der heqê Ozturkê ve ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve tê kirin.
Belçîka ji ber ku di van demên dawîn de destûr dide gelek fealiyetên PKKya rêxistina terorê tê rojevê. PKKyiyên ku wir destûr didine fealiyetên wan ên xwepêşandan û propagandayê weşanên xwe yên TV û radyoyê jî dîsa ji vî welatî dikin.