04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
HEWLÊR
Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) êrîşa ku PKKya rêxistina terorê li Diyarbekirê kir şermezar kir.
Di daxuyaniya ku ji malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat dayîn êrîşa terorê ya ku li Diyarbekirê qewimî hat şermezarkirin û wiha hat gotin:
"Êrîşên bi vî rengî bi tu awayî meşrû nayên dîtin. Bi çalakiyên şîdetê yên wiha nikarin ku mijarên siyasî çareser bikin. Ev êrîş xizmetê doza meşrû ya kurdan û çanda bihevrejiyanê nakin. Bereksê wê pirgirêkan mezintir dikin û tînin rewşe aloztir."
Di daxuyaniyê de sersaxî dan eqrebayên kesên ku di êrîşê de mirin û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê xwestin.