16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi serokatiya Mesûd Barzanî rexneyên tund li KCKya tevgera siyasî ya girêdayî rêxistina terorê PKKyê kir.
Li ser malpera fermî a PDK yê wiha hat gotin: "KCKê wek her car dîsa daxuyaniyeke nivîskî ya dijminatiyê ya ku PDKyê hedef digre weşand. Em êdî hîn bûn, dema ku pirsgirêkek çêdibe an jî bi karên siyasî de têk diçin bêşik PDKyê sûcdar dikin. Hewl didin ku nîşan bidin PDK partiyek e ku her tim têk diçe. Ji bilî reşkirina me tu yê bibêjî qey tu karên wan ê din tune."
Hat gotin ku ji ber siyaseta xelet a KCKyê leşkerên tirk hatin nêzîkî Mûsilê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "PDK çima berdêla siyaseta we ya xelet bide? PDK êdî çi bike? PDKyê zilma we ya ku ji bo gelê Kurdistanê û axa wê bû sedema berdêlên giran jî ji gel veşart û negot. Li ber hereketa xelasbûna kurdan û gelê Kurdistanê hûn sedema pirsgirêkan in. Hûn jî di nav de tu kes nizane hûn çi dixwazin. Hûn li dû çi ne, ji hêla kî ve hûn derdikevin pêş ev nayê zanîn. Li ber gelê kurd ji bilî ku hûn pirskirêkan û astengiyan derxis we çi kir? Hûn çima naçin pirsgirêkên xwe bi Tirkiyeyê ve çareser nakin? Nexwe hûn li dijî Tirkiyeyê dernakevin, hûn çima ji bo Herêma Kurdistanê dibin sedema pirsgirêkan."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 500 gund vala bûne û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo ku gelê Kurdistanê bizane ku we çi aniye serê Herêma Kurdistanê û haya wan ji zilma we hebe, em dikarin navê 500 gundên ku ji ber we xirab bûne, bidin. Li wan gundan li ser navê jiyanê tu tişt nema û mirovan koç kir. We destûr neda ku Herêma Kurdistanê van gundan ji nû ve ava bike û xizmetê bibe li wan gundan. Jiyana kurdan serobinokirin karê we ye. Ji ber vê sedemê li Tirkiyeyê jî hûn niha hewl didin ku li gelek gundan jiyanê ji holê ra bikin. Ji ber wê siyaseta we ya xelet aramiya gelê li wê herêmê nema û ew koç dikin. Wexta wê hatiye ku gelê Kurdistanê we nas bike. Bila bidin ber hev, gelo we jiyana gelê Kurdistanê serobino kir an Partiya Demokrat a Kurdistan?"
KCKyê pêr daxuyaniyek dabû û PDKyê bi zimanekî tuj rexne kiribû. KCKyê îdia kiribû ku şandina leşkeran a Iraqê ne ji bo perwerdekirina hêzan e. Wiha tê gotin da ku armanca rastîn bê veşartin.