Abdullah Tel
28 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos di nameya ku ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra şand da li Operasyona Çiqlê Zeytûnê xwedî derket û piştgirî da operasyonê.
Patrîk Bartholomeos li ser navê patrîkxane û cimaetê bi aramanca Operasyona Çiqlê Zeytûnê biçe serî ji Serokomar Erdogan ra name şand.
Di nameya xwe da Patrîk Bartholomeos got: "Em ji Yezdanê Mezin dixwazin ku ev Operasyona Çiqlê Zeytûnê dawî li pirsgirêka terorê ya bi dehan salen e dibe sedema kuştina mirovan û rojeva welatê me mijûl dike, bîne û li Sûriyeyê jî aştî û aramiyê bi cih bike. Hêviya cimaeta me ewe ku ev îleta terorê ya ku welatiyên me yên Kurd ên li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di serî da zirarê dide hemû welatiyên me, biqede û welatê me di nava aramiyê da demildest pêşbikeve."
Di nameyê da pesnê Serokomar Erdogan hat dayîn û hat ragihandin ku tevlî cimaeta patrîkxaneyê ji bo siheta serokomar û rayedarên din ên dewletê dia jî tê kirin.