Dlshad Saifaalddin Ahmed
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
SILÊMANÎ
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê bi Bizotneweya Goranê re civînek birêve bir.
Heyeta PDKê li Silêmaniyê navenda serekî ya Goranê ku li Girê Zertikê ye, ji aliyê Serokê Goranê Omer Seyid Elî ve hat pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku civîn li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê, rêkxistina nav mala Kurd û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
Heyeta PDKê ji Endamên Mekteba Siyasî Roj Nûrî Şawêz, Izeddîn Berwarî û Berdevk Mehmûd Mihemed pêk tê.
Piştî civîna Goranê heyeta PDKê dê digel YNKê jî civînekê bike.