Nihat Kavşut
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
WASHINGTON
Daxuyaniya rêvebiriya DYAyê ya piştî ku DEAŞ û PKK/PYDa rêxistinên terorî li Reqayê li hev kirin got ku "em siyanetê nîşan didin" di medyaya DYAyê da zêde cî negirt.
Peymana ku di navbera DEAŞ û PKK/PYDyê da hat kirin ku divê endamên DEAŞê û malbatên wan ji Reqayê derkevin hê jî di nav raya giştî ya navneteweyî da tê nîqaşkirin.
Peymana ku destûrê dide 350 endamên DEAŞê û ji 4 hezarî zêdetir xizmên endamên rêxistinê ji Reqayê derkevin di medyaya DYAyê da nehat nîqaşkirin û zêde cî negirt.
Piştî ku Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) û koalîsyona dijî DEAŞê ya di serkêşiya DYAyê da der barê peymana navborî da diyar kir ku "em siyanetê nîşan didin" bi taybetî dewletên herêmê bertek nîşan dan, lê ji raya giştî ya Emrîkayê zêde deng derneket.
Saziyên medyayê yên wekî CNN, Washington Post, New York Times, NBC û saziyên din bi berfirehî cî nedan daxuyaniya DYAyê.