Penaberê sûriyeyî Osama Abdul Mohsenê dema ku li Macaristanê ji polêsan direviya, nûçegihaneke jin pê avêt ber û li erdê ket niha digel her du zarokên xwe li Madrîdê ye.
Piştî wê bûyerê Mohsen tevî zarokên xwe yên 7 û18 salî ji Munîhê birin Madrîdê.
Mohsenê ku li Sûriyeyê dîrektorê tîma bi navê El Fotûwa SCyê bû, ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe revî û xwe sipart Tirkiyê, ji bo jiyaneke nû xwe gihand Îspanyayê.
Mohsenê dema ku tevî lawê xwe ji polêsan direviya, Petra Laszloya nûçegihan pê avêtibû ber û Mohsen tevî lawê xwe yê 7 salî gindirîbû erdê. Ev bûyera ku di 8ê îlonê de qewimî bû, li ser çapemeniya dinyayê deng vedabû.
Dibistana Cenafeya ku fitbol û antronoran digihîne di bin bandora vê dîmenê de ma û malbata Sûriyeyî anî Madrîdê. Serokê Cenafeyê Mîgûel Angel Galan, Şaredarê Getafeyê Sara Hernandez, hin nûnerên saziyên civakî yên sivîl li stasyona trenê ya Atochayê malbata sûriyeyî ya penaber pêşwazî kirin.
Mohsen li vir daxuyanî da nûçegihanan, "Ez Madrîd, Îspanya û ji hemûyan hez dikim. Spasiya hemûyan dikim. Niha ez zehf bextewar im. Min bawer nekir ku bêm vir."