ANKARA
Bi bernameya ku dê Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenûr Îslam beşdar bibe 8ê adarê Roja Jinan a Cîhanê li Mêrdînê bê pîrozkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê roja yekşemê dê li Mêrdînê hin bernameyan li dar bixe. Serokwezîr Davutoglu jî dê beşdarî bernameyê bibe.
Davutoglu dê di vekirina panêla bi navê "Li Tirkiyeyê Rewşa Jinan a ku Diguhere û Pêş dikeve" de biaxive. Tê payîn ku Davutoglu der barê jinan de peyamên girîng bide. Piştî Davutoglu dê Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Îslam jî xîtabî jinan bike.
Di çarçoveya bernameyê de dê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî malan bide 43 jinên bî. Di bernameyê de dê pêşka maldayînê û merasima teslîmkirina mifteyan jî wê bê kirin. Serokwezîr Davutoglu û Wezîr Îslam dê mifteyên malan bidin jinan.
Serokwezîr Davutoglu dê pêşangeha "Belgeyên ji Dîroka Jinan" jî veke.