NEW YORK
Serowezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Di raya gişkî ya navneteweyî da nêrîneke wiha heye, 'Ji ber ku Tirkiyeyê yekîneyên xwe neşand DÎŞI dewam dike'. Tirkiye çima vê bike? Çima mitefîkên din jî tevlî nabin? Çima bi tenê Tirkiye vê berpirsiyariyê hilde ser xwe?"
Davutoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya New Yorkê da li otêla Rîtzê bi karsazan ra hat bal hev. Piştî civînê Davutoglu wek mêvanê rûmetê beşdarî Konferansa Salane ya Konseya Têkiliyên bi Derva ra bû.
Li vê derê der barê polîtîkayên li dijî DÎŞIyê, pêşîlêbirîna çûyîna şervanên xerîb, têkoşîna li dijî rêxistinê da çend pirs ji Davutoglu pirsîn. Li ser van pirsan Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku DÎŞI 2 sal piştî qirîza li Sûriyeyê, di adara 2013an da derkete holê.
Davutoglu destnîşan kir ku di van 2 salan da gelek sûriyeyî hatin kuştin, bi milyonan kesî cî û warên xwe terikand û bûn penaber, DÎŞI ji holê bê rakirin jî qirîza li Sûriyeyê dawî nabe û wiha got: "DÎŞI 2 sal piştî qirîza li Sûriyeyê derkete holê. DÎŞI ji holê bê rakirin jî yê di dewsa wê da rêxistineke din derkeve holê."
Davutoglu diyar kir ku bi hin provakasyonan va dibêjin ku Tirkiye alîkariyê dide DÎŞIyê, lê têkiliya vê rêxistinê bi Elqaîdeyê ra heye û wiha pê da çû:
Ev rêxistin di girtîgeha Ebû Xureybê da bû. Li wê derê leşkerên DYAyê hebûn. Ev rêxistina hetanî vekişandina DYAyê di girtîgehê da ma. Ev rêxistin derbasî Sûriyeyê bû. Dema ku çûn Sûriyeyê, rejimê li dijî wan tu tiştek nekir. Endamên vê rêxistinê ji girtîgehên Sûriyeyê serbest hatin berdan. Di sala 2009an da Beşar Esed Bexda wek berpirsiyarê terorê nîşan da. Têkiliya rejima Sûriyeyê bi vê komê ra hebû. Ji adara 2013an da hetanî hezîrana 2014an (êrîşên li Mûsilê) di navbera Sûriyeyê û DÎŞIyê da pirsgirêk tunebûn. Li dijî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) derketin. Paşê hin cihên din zeft kirin. Sûriyeyê ji hewayê êrîşî wan kir û ASA ji wan deran vekişiya. Paşê DÎŞIyê ew ciyana zeft kir."
- "Çima Tirkiye vê berpirsiyariyê hilde ser xwe?"
Serokwezîr Davutoglu got dema ku DÎŞI neketibû Mûsilê di rojeva Iraq û Sûriyeyê da tunebû û wiha axivî: "Li hemberî me xetereyeke mezin heye, em ê çi bikin? Ji bo ji holê bê rakirin em ê her tiştî bikin. Rêxistina DÎŞIyê ew ê herî zêde zirarê bide Tirkiyeyê. Lewra sînorê me yên bi Sûriyeyê ra zehf dirêj e. Ji sedî 60ê vî sînorî di kontrola DÎŞIyê da ye."
Davutoglu got ku xebatên li dijî DÎŞIyê divê hevkarî bên kirin û wiha axivî: "Niha Tirkiye çi dike? Perwerdeyê dide hêzên mutedîl. Dema ku meriv li Sûriyeyê dinihêre halê gel baş nîne."
Davutoglu îdiayên ku dibêjin ji Tirkiyeyê beşdarî DÎŞIyê dibin nirxand û wiha got: "Ez nabêjim tu kes tevlî wan nabe lê belê çiqas ji Tirkiyeyê diçin ewqasî jî ji welatên din diçin."