Önder Beyter
27 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Serokwezîrê Awistiryayê Sebastian Kurz got: "Hatiye tesbîtkirin ku di navbera kesê ku êrîşa li Zelanda Nû kir û 'Tevgera Nasnamexwazan' a li Awistiryayê da peywendî û alîkariya fînansî heye."
Kurz piştî Lijneya Wezîran daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ku li Awistiryayê bi tu awayî ciyê tundreviyê tuneye û herwiha got ku ew ê di çarçoveya qanûnan da li dijî şexs û komên ku dixwazin vê yekê bikin û belav bikin, têbikoşin.
Kurz diyar kir, terorîstê ku bi eslê xwe Awistralyayî ye û li Zelanda Nû li dijî du mizgeftan êrîşa terorê kir, peywendiya wî bi Berdevkê "Tevgera Nasnamexwazan" Martin Sellner ra derket holê û wiha got, "Hatiye tesbîtkirin ku di navbera kesê ku êrîşa li Zelanda Nû kir û 'Tevgera Nasnamexwazan' a li Awistiryayê da peywendî û alîkariya fînansî heye."
Kurz bal kişand ku ew ê hûr û kûr li ser peywendiyê bisekinin û bikolin û wiha dewam kir, "Ji bo girtina Tevgera Nasnamexwazan min bi wezîrên Karên Navxweyî û Edaletê ra hevdîtin kirin. Li hemberî vê pêkhateyê herdu wezaret jî dê derfetên xwe seferber bikin."