Önder Beyter
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê diyar kir ku di dinyayeke ku her diçe krîz zehftir dibin û her tişt tevlihev dibe da welatên Ewropayê divê destê xwe bidin hev, bibin yek û herwiha ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê jî pêwîstî bi hemû welatên herêmê ra heye.
Serokwezîr Merkelê di axaftina xwe ya li Meclisa Federal (Bundestag) da diyar kir ku li Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriya siyasî heye, nîvê gelê Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan reviyaye û herwiha têkoşîna dijî rêxistina terorê DEAŞê li herêmê bi xwe ra krîzeke mezin derxistiye holê û wiha got, "Ev krîz Rûsya, Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî, Urdin û bi giştî Ewropa nebe nayê çareserkirin."
Merkelê bal kişand ku di warê çareserkirina krîzê da hêza welatên Ewropayê heta niha têrê nekir û ji ber hindê jî niha Almanyayê ligel Amerîka, Îngiltere, Fransa, Urdin û Erebistana Siûdî komek ava kir û hewl dide ku krîzê çareser bike û wiha dewam kir, "Helbet divê Koma Astanayê ku ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk tê jî tevî mizakereyan bibin."