Sevim Hatun
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
TÛNIS
Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Gilles de Kerchove got ku hezar û 500 kesên li Sûriye û Iraqê di nav refên DEAŞa rêxistina terorê de şer dikirin, vegerîn welatên Ewropayê.
Kerchoveyê ku di çarçoveya hevdîtinên fermî de hat Tûnisê, li vir bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Tûnisê, Wezîrê Parastin û Dadê re hat bal hev. Di civînê de li ser têkoşîna dijî terorê, hevkariya ewlehiyê hat rawestin.
Kerchove piştî civînan li avahiya YEyê ya li Tûnisê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got, "Li gor daneyên YEyê, hezar û 500 kesên li Sûriye û Iraqê di nav refên DEAŞa rêxistina terorê de şer dikirin, vegerîn welatên Ewropayê."