Türkan Tosun
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî daxuyand hikûmeta navend a Iraqê ji bo ku mehaneya karmendan bê dayîn hê pere neşandiye.
Barzanî li meclisê piştî civîna ji bo eşkerekirina dîroka hilbijartinê ya parlamenterên HKIyê pirsên rojnamevanan bersivand.
Barzanî got Wezareta Perwerde û Tenduristiyê ya Rêvebiriya Navend di hin daxuyaniyên xwe de dibêje mehaneya karmendan hatiye şandin û wiha axivî: "Heta niha ji Bexdayê tu pere nehatiye şandin ku mehaneya karmendên Kurdistanê bê dayîn."
Ji bo xebatên eşkerekirina hilbijartinan jî Barzanî wiha axivî: "(Komîsyona Hilbijartina Bilind a Xweser) Rapora xwe pêşkêşî meclisê kir. Hikûmet û meclisê jî meseleyên der barê hilbijartinê de anîn rojevê. Piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re ji bo dîroka hilbijartinê biryar hat dayîn."
Li ser pirsa "Li pêş hilbijartinên li HKIyê de tu astengiyek heye?" Barzanî wiha got: "Qasî ku ez dibînim tu pirsgirêkeke girîng tune, lê hin pirsgirêkên teknîkî yên ku divê bên çareserkirin hene."
Parlamenterê kurd Mesûd Heyderê endamê Komîteya Darayî ya Iraqê gotibû hikûmeta navendî hefta borî 200 milyon dolar şandiye Hewlêrê da ku mehaneya karmendan bê dayîn.