07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
BERLÎN
Li Almanyayê partiyên Yekîtiya Xiristiyanan (CDU/CSU) û Partiya Demokrat a Civakî (SPD) ku ji bo avakirina hikûmetê mizakereyê dikirin, li hev kirin
Heyetên mizakereyê yên ku serokatiya wan Seroka Giştî ya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) û Serokwezîr Angela Merkel, seroka Yekîtiya Civakî ya Xiristiyanan (CSU) Horst Seehofer û Serokê Giştî yê SPDê Martîn Schulz dike, duh li Navenda Giştî ya CDUyê hatin bal hev.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Almanyayê (DPA) civînê nêzî 24 saetan dewam kir û piştî civînê hersê aliyan li hev kir ku cardin hikûmetekê ava bikin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Almanyayê, li gor peymanê wezaretên wekî wezareta karên derva, maliye û xebatê dane SPDyê.
Hilbijartin di 24ê îlonê da hatibû kirin û piştî 136 rojan rê li ber avakirina hikûmetê vebû.
- Endamên SPDyê jî wê protokola koalîsyonê îmze bikin
Rêvebirên CDU/CSU û SPDyî ji bo protokola koalîsyonê li hev kirin, lê biryara avakirina koalîsyonê ji 463 hezarî zêdetir endamên SPDyê wê bidin.
463 hezarî zêdetir endamên SPDyê wê ji bo protokola koalîsyonê deng bidin. Ev wê nêzî 3 hefteyan dewam bike.
Almanya di navbera salên 2005-2009 û 2013-2017an da bi serokatiya Merkelê bi "koalîsyona mezin" va hat birêvabirin.