Ömer Koparan,Zeynep Katre Oran
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Li navçeya Minbica ku dikeve bakurê Sûriyeyê, gel ji ber êrîşên bi mûşekan ên PKK/YPGya rêxistina terorê yan ji neçarî cih û warê xwe terk dikin yan jî di nava tirsê da dijî.
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejima Beşşar Esed, PKK/YPGya rêxistina terorê ku dagîrkeriya xwe ya di sêyeka axa wî welatî da didomîne, bi êrîşên xwe yên mûşek û hawinan ên li rojhilatê Rûbarê Feratê, li Minbica navçeya Helebê gelê sivîl dike armanc.
Li bajarokê Hefseya ku dikeve çolwarên rojhilatê Minbicê gel ji ber fikara êrîşên rêxistina terorê cih û warên xwe bi cih dihêlin yan jî ji neçarî di nava tirsê da dijîn.
Ji ber êrîşên giran ên PKK/YPGya rêxistina terorê yên li dijî sivîlan bajarok ketiye nav pêleke berbiçav a koçê. Ji sedî 80yê serjimêriya herêmê ji ber tirsa êrîşan yan ji neçarî cih û warê xwe terk dikin yan jî di nava tirsê da dijî.
Nûçegihanên AAyê li bajarokê Hefseyê dîmenên avahiyên wêran, kuçe û kolanên vala, xaniyên kavil û lodên molozan kişand.
- "Heta me got em ji Esed xilas bûn, nuha jî PKK/YPGê em wêran kirin"
Ahmet Sayilê ji şêniyê bajarokê anî ziman ku ji ber êrîşên terorê xelk di nava tirseke mezin da ye.
Sayil destnîşan kir ku bi taybet di saetên şevê da PKK/YPG bajarokê bordûman dike û ji ber vê piştî avabûna rojê kes li kuçe û kolanan namîne û got, "Xelk ji tirsa reviya. Mal û halê xwe, rizqên xwe bi cih hiştin. Xelk dixwazin hemî tiştên xwe bi dû xwe da bihêlin û birevin."
Sayil diyar kir ku daxwaza wan ew e ku dawî li bordûmanê were û ew tundûtîjî biqede.