10 Gulan 2019•Rojanekirin: 12 Gulan 2019
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Erşat Salihî diyar kir PKKya rêxistina terorê wekî li Şengala navçeya Mûsilê bi cih bûye dixwaze ku li navçeya Telaferê ya piranî lê Tirkmen dijîn jî bi cih bibe.
Salihî der barê rewşa ewlehiya herêmên piranî lê Tirkmen dijîn da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "PKKya rêxistina terorê ya ku navçeya Şêngalê hildaye bin kontrola xwe dixwaze navçeya Telaferê ya ku bi piranî Tirkmen lê dijîn jî hilde bin kontrola xwe. Gelê ji Telaferê dema ku vegere ser mal û milkên xwe wê ew plan serobin bibe."
Di berdewamiya axaftina xwe da Salihî bal kişand ser rê û rêbazên PKKyê ku li Şêngalê kir rewacê û destnîşan kir ku rêxistinê li wir cudakariya mezhebî kir rewacê û wiha pê da çû: "PKK dixwaze wê rêbaza ku li Şengalê sepand û miletê ji hev dûr xist, paşê jî li ser wan bû xwedî hikûm bi heman awayî li Telaferê jî bi kar bîne."
Pêşengê Tirkmen ragihand ku dema DEAŞa rêxistina terorê peyda bû Tirkmenên li Telaferê ber bi başûrê Iraqê, Kerkûk û alî Tirkiyeyê va koç kirin. Salihî ji gelê ku ji Telaferê koç kirine xwest ku bila vegerin ser mal û milkên xwe û got ku tunebûna wan a li wê derê herî zêde bi kêrî PKKyê tê.
- Plana ku Pêşmerge vegerin Kerkûkê
Serokê ETIyê Salihî îdia kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xwedî gotin in dixwazin pêşmergeyên xwe li Kerkûkê bi cih bikin û ji bo vê planan çêdikin. Salihî êrîşên ku DEAŞa rêxistina terorê li alî başûrê Kerkûkê li dar dixe jî wekî sedem nîşan da û got ku PDK û YNK wan êrîşan ji xwe ra dikin hincet û dixwazin bi wê mebestê pêşmergeyên xwe li Kerkûkê bi cih bikin.
Salihî ji hikûmeta navendî ya Iraqê xwest ku bila mudaxeleyî mijara Kerkûkê bikin û wî di hişyariya xwe da got ku Kerkûk naşibe Besra û wîlayetên din ên Iraqê, heke li wir bûyerek rû bide wê pêşî lê neyê girtin.
Hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê di 16ê Cotmeha sala 2017an da operasyona eskerî birin ser Kerkûka ku ji sê salan zêdetir bû di bin kontrola Pêşmergeyan da bû û seranserê wîlayetê hilda bin kontrola xwe. Pêşmerge jî bê şer û pevçûn ber bi sînorên Herêma Kurdistana Iraqê va vekişîbûn.