Eshat Fırat
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
QUDS
Hat ragihandin ku polîsên Îsraîlê 6 welatiyên Tirkiyeyê yên ku serdana Mescida Eqsayê dikirin, binçav kirin.
Li gorî agahiya ku ji şahidhalan hat sitendin, piştî nimêja îniyê ya 6 welatiyên Tirkiyeyê dema ji Herema Şerîfê derdiketin ji aliyê polîsên Îsraîlê ve hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku polîsan welatiyên Tirkiyeyê yên binçavkirî birin Navenda Polîs ya Dawîdê (Qişle) ku li deriyê El Xelîl (Yafa) ê Bajarê Qedîm e.
Polîsên Îsraîlê binçavkirina welatiyên Tirkiyeyê pesend kir lê derbarê sedema binçavkirinê ti daxuyaniyek nedan.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Televîvê û Serqonsolgeriya li Qudsê mijarê ji nêz ve dişopînin.