Abdullah Tel
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
AZEZ
Rayedarên Nexweşxaneya Ezeza ku PYD/PKKya rêxistina terorê ji Efrîna herêma Sûriyeyê êrîşî ser kir gotin ku rêxistin rê û rêbazên rejima Beşar Esed bi kar tîne.
PYD/PKKyê bi şev di saet dora 01.00î da nexweşxaneyên navçeya Ezeza ku li hemberî bajarê Kilîsa dikeve da ber top û guleyan û tedawiya kesên di êrîşê da birîndar bûbûn, dewam dike.

Munîr Remezanê xebatkarê nexweşxaneya psikiyatriyê ya ku bi qasî 200 kesên ji hêla nexweşiyên aqlî va lê dihatin tedawîkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di êrîşan da bi tevahî jin 15 nexweş birîndar bûn û ji kesên rewşa wan giran bûn yekê serê sibehê wefat kir.
Li pişt nexweşxaneyê jî Sêwîxaneya Ezezê hebû û 60 sêwiyên lê diman bi şans bûn ku ji bombeya li pişt avahiya wan ket, xilas bûn.
Di êrîşên PYD/PKKê ku ji Efrînê dike da Nexweşxaneya Ehlî Ezezê ya Wezareta Tenduristiyê ya ku Komara Tirkiyeyê piştgirî didê jî zirara madî dît.