Türkan Tosun
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
ÇÎNGDAO
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn got ew amade ye ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinê bike.
Putîn li Çîngdaoya bajarê eyaleta Şandonga Çînê beşdarî Civîna ŞÎOyê bû û li wir got ew jî wek Trump der barê pêşbaziya çekan a ku nû bûye bifikar e, ev mijar divê bi berfireh bê niqaşkirin.
Putîn got heke Trump amade be ew dikare bikêfxweşî li Washîngtonê bi wî re hevdîtinekî bike, Avusturya jî di nav de çend welatên din pêşniyaz kirine ku mazuwaniya vê hevdîtinê bikin.
Ji hêla din Putîn ji ber ku Amerîka ji peymana nukleer a bi Îranê ra vekişiyaye, Amerîkayê rexne kir û got ev biryar wê li herêmê rewşê bêîstikrar bike.