Önder Beyter
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
BUZIM
Li bajarê Buzim ê Bosna Hersekê şêniyên gundê Varoska Rijeka li ser sifreyên erdê yên fitarê tên cem hev û hewl didin ku cîrantî û edetên gundan neyên jibîrkirin.
Li gundê Varoska Rijeka mizgefta gund li ser girekî kesk hatiye avakirin ku baxçeyê vê mizgeftê ji 2011an vir va di şemiya dawîn a meha remezanê da bi hezaran kesî di fitarê da diezimîne. Bi minasebeta vê organîzasyona ku bûye kevneşopî, wê rojê li wî gundî liv û lebat pir zêde dibe.
Di danîna van sifreyên fitarê yên ku atmosfereke wan a menewî heye da hema hema keda herkesî çêdibe. Xelkê gund ji malên xwe xalîçeyên rengbireng û bineqş tînin û li baxçeyê mizgeftê di binê textê nan da radixin.
Mêr bi raxistina van sifreyên rengîn û newaze ra mijûl dibin, jin jî ji bo servîsa xwarin û vexwarinê amadekariyên xwe yên dawîn dikin.
Bi banga melê ra xelkê gund bi xurmeyan rojiya xwe vedikin û avê vedixwin. Li vir beriya ku nan bixwin, bi hev ra nimêja êvarê dikin û paşê li ser sifreyan rûdinin û nan dixwin.
Çi kal çi ciwan hemû xelkê gund di fitarê da tên cem hev û herwiha bi hev ra hem îbadetê xwe dikin û hem jî nanê xwe dixwin û qehweya xwe ya Bosnayê vedixwin. Di dema vexwarina qehweyê da însan bi hev ra sohbetê jî dikin û dû ra radibin û terawihên xwe jî dikin.
Meleyê Mizgefta Varoska Rijekayê Haris Veladzic di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku herkes vê fitara edetî ya Bosnayê pir diecibîne û ji ber ku ji ser medyaya civakî tê parvekirin, nav û dengê vê fitara wan a edetî li hemû dinyayê belav bûye.
Veladzic diyar kir ku bi minasebeta fitaran va misilman tên cem hev, bi hevra peywendiyê datînin û bi hev ra sohbetê dikin.
Veladzic bal kişand ku her sal qedera 600 û 800 kesî beşdarî fitarê dibe û wiha axivî, "Me dît ku ev cure fitara me ji gel ra dibe nimûne. Sifre li ser terza me bi awayekî edetî tên amadekirin. Ji bo me pir girîng û biqîmet e ku em bi edetên xwe yên xweş va bibin nimûne.