Dmitri Chirciu
05 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2022
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn qanûnên îlhaqkirina herêmên Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijya yên Ukraynayê îmze kirin.
Di daxuyaniya Qesra Kremlînê da hat diyarkirin, Putîn qanûnên der heqê îlhaqkirina herêmên Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijya yên Ukraynayê îmze kirin.
Li gorî qanûnên navborî, şêniyên van herêman dê wekî welatiyên Rûs bên qebûlkirin.
Ji xeynî vê, Putîn bi biryarnameyên îmze kirin va ji bo van herêman serok û waliyên berwext tayîn kirin. Li gorî vê, Denis Puşilin wekî serokê berwext ê qaşo Komara Gelê Donetskê, Leonid Paseçnik wekî serokê berwext ê qaşo Komara Gelê Luhanskê, Vladimir Saldo wekî waliyê berwext ê herêma Xersonê û Evgeniy Balitskiy wekî waliyê berwext ê herêma Zaporijyayê hatin peywirdarkirin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn belgeyên ji hêla Rûsyayê îlhaqkirina herêmên Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijya yên Ukraynayê di 30ê Îlonê da îmze kiribûn.
Baskê jêr ê parlamentoya Rûs Dûmayê, qanûnên îlhaqkirina 4 herêman a ji hêla Rûsyayê di 3yê Cotmehê da pejirandibûn. Baskê Jor ê parlamentoyê Konseya Federasyonê jî qanûnên navborî duh pejirandibûn.