İdiris Okuduci
05 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2022
Parlementera serbixwe ya mixalif a Libnanî Sintiya Zarazîrê ji bo 8 hezar û 500 dolarê xwe yê ev sê sale dest dane serê ji banqeyê bikişîne li Beyrûdê çû şaxa baqeyeke taybet.
Li gorî çapemeniya Libnanê parlementer Zarazîrê ji bo emeliyata xwe xwest ku wî pereyî bikişîne lê rayedarên banqeyê gotin ku ew nikarin wî pereyî bidin.
Zarazîrê jî destnîşan kir ku ew heta pereyê xwe nekişîne wê ji şaxa banqeyê dernekeve û çalakiya xwe bidomîne.
Rayedarên banqeyê hewl didin ku wê qanî bikin lê heta niha ew qanî nebû û gelek mexdûr ên wek wê jî ji bo piştgiriyê li ber şaxa banqeyê kom bûne.
Xwediyên hesabên mevduatê yên ku nikarin pereyê xwe ji banqeyê bikişînin duh bi ser 4 şaxên banqeyan da girtibûn.
Li ser bûyerê Yekîtiya Banqeyên Libnanê ji bo qeyrana hesabên mewduatê daxuyanî da û ragihand ku berpirsê wê qeyranê banqe nînin û berpirsyarî li ser rêveberiya dewletê ye.
- Qeyrana aborî ya li Libnanê û kesên pereyê wan di banqeyê da ye û digirin ser banqeyan
Li Libnanê ji bo rê li kêmbûna rezervên dovîz bigirin ji sala 2019an vir va dest danîne ser hemû hesabên mewduatê yên dowîz.
Banqeya Navendî ya Libnanê di Mijdara 2021î da biryarek weşand ku awayek sînordarkirî û bi bihayê dewletê kifş kiriye xwediyên hesaban dikarin dowîzên xwe ji banqeyê bikişînin.
Ji ber vê yekê jî li welêt car caran bûyer qewimîn û li paytext Beyrûdê kesekî ku nikaribû pereyê xwe bikişîne di 11ê Tebaxê da bi ser şaxa banqeyekê da girt û hemû xebatkaran dîl girt û paşê jî teslîm bû.
Di 14ê Îlonê da jî li Beyrûdê jinek ji bo pereyê xwe bikişîne bi ser banqeyê da girt û 13 hezar dolarê di hesabê xwe da kişand û ji wê derê veqetîbû.
Piştî wê bûyerê di 16ê Îlonê da jî li seraserê welêt herî kêm bi ser 7 banqeyan da girtin.