Abdullah Tel
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
EZEZ
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ser herêma Efrînê ku li dijî PYD/PKKya rêxistina terorê dabûn destxpêkirin, didomînin.
Artêşa Tirkiyeyê û ASA niha jî di çarçoveya operasyonê da li gundên ku ji PYD/PKKyê hatine xilaskirin dafik, mayîn û teqemeniyên mensûbên rêxistinê li çar aliyî bi cih kirine, berhev û îmhe dikin.
Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê li gundên ji rêxistinê rizgar kirin dîtin ku mensûbên rêxistinê li gelek dever û cihan mayîn û teqemenî veşartine.
Terorîstên herêman dagir dikin beriya birevin ji bo ku pêşveçûna Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê taloq bikin û nehêlin sivîl vegerin ser mal û milkên xwe serî li vê rêbazê didin.
Li gundê Dîkmetaşê yê ku di 5ê Sibatê da hatibû rizgarkirin ekîbên pispor ji bo paqijkirina dafikên bimayîn û bibombe li ser kar in.
Ji fermandarên ASAyê Ebû Ehmed Şamî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Kar û xebatên me yên li gundê Dîkmetaş a ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorê hat paqijkirin, dewam dike. Wextê me gund bi dest xist paşê ferq kir ku PKKyê di malên gundiyan da mayîn bi cih kiriye. Kar û xebatên ji bo paqijkirin û îmhekirinê dewam dikin. PKKyê di her derê da mayîn û teqemenî bi cih kiriye. Em ji ber ku niha bi paqijkirina mayînan ra mijûl in nahêlin ku gundî vegerin ser mal û milkên xwe."
Fermandar Ehmed Şamî destnîşan kir ku terorîstên ji gund reviyane embarên zeytûnan jî di nav da hema çi qefaltina ji bo dafika mayîn û teqemeniyê emilandine û wiha pê da çû: "Ji embarên zeytûnên ku gundiyên reben pê debara xwe dikin bigir heta cesedên terorîstên hevalên xwe di her derê da mayîn bi cih kirine. PKKyê piştî ku gundî bi darê zorê derxistine di malên wan da mayîn û teqemenî bi cih kiriye."
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad ji destpêka operasyona heta niha li Efrîna ku bi destê PYD/PKKyê hatiye dagirkirin li 5 beldeyan û navenda beldeyekê, 34 gund, 3 gom û 14 jê gir û çiyayên stratejîk bi tevahî 52 cî û war ji rêxistinê rizgar kirine.