13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ANKARA
Di dîmenên ku firokeyên bêmirov di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da kişandin da eşkere xuya dike ku mensûbên rêxistina terorê YPG/PKKYê ji nava xanî û avahiyan êrîşî Tirkiyeyê dikin. Dîmenê kiryarên êrîşên ku di encama wan da heta niha li Hatay, Reyhanli û Kilîsê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 113 jê jî birîndar bûn, ji aliyê firokeyên bêmirov va hat kişandin.
Di dîmenên ku li taxeke perê Cindirêsa li rojavayê Efrînê hatin kişandin da li cem wesayîteke ku bi awayekî taybet hatiye amadekirin û li ser wê top heye, di nava kincên sivîl da sê terorîst dixuyên. Di vê kêliyê da wesayîteke dijefiroke barkirî, tê cem terorîstan û piştî bîstekî cardin diçe.
Terorîst berê wesayîta ku li ser wê top heye, didin xaka Tirkiyeyê û eyarê agirkirinê dikin. Terorîstên ku hedefê digirin bi wî awayî agir dikin, bi awayekî bilez ji wê derê diçin.
Terorîstên ku firokeya bêmirov gav bi gav wan dişopîne, qasek şûnda digihîjin baregeya rêxistinê ya YPG/PKKyê. Di dîmenên baregeha rêxistinê da hin terorîstên din jî dixuyên.
Di dîmenan da xusûseke din a ku balê dikişîne jî ew e ku mensûbên rêxistina terorê ji bo ku firokeyên bêmirov dîmena baregehê nekişînin, lastîkan dişewitînin.
Baregeha rêxistinê ya ku terorîst piştî êrîşê tên û xwe lê vedişêrin, ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê va bi îsabeteke tam û temam ji navê tê birin.
- Di 24 rojan da ji Efrînê ber xaka Tirkiyeyê 98 roket û hawin hatin avêtin
Rêxistina terorê YPG/PKKyê piştî ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kir û şûnda ji 21ê rêbendanê vir va bi roket û hawinan êrîşî şûnwarên sivîl ên li Hatay û Kilîsê kirin. Di van êrîşan da 2 jê Sûriyeyî 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 113 sivîl jî birîndar bûn.