15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
EZEZ
Li Sûriyeyê PYD/PKKa rêxistina terorî ji Efrîna li ser sînorê Tirkiyeyê bi rokêtan êrişî warê sivîlên li Ezazê kir.
Do bi şev rêxistina terorî ji kozikên xwe yên li Efrînê rokêt avêtin warên li ser sînorê Tirkiyeyê ku di destê hêzên Artêşa Azad da ne.
Li gor agahiyan di êrişan da kes nemir û birîndar nebû.
Piştî êrişê hêzên Artêşa Tirkiyeyê yên li qada operasyona Mertala Feratê û herêma kêmkirina aloziyê ya Îdlibê ku li ser xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê bi cî bûne kozikên rêxistinê yên li Efrînê dan ber topan.
PYD/PKK pirî caran ji Efrînê êrişî warê sivîlên li Ezazê dike.